Tirkiye

Li Meletî û Adiyemana ku tesîra erdheja 6ê Sibatê lê çêbû fitara ewil hat xwarin

Yeter Erdine, Ali Gazel  | 11.03.2024 - Rojanekırın : 12.03.2024
Li Meletî û Adiyemana ku tesîra erdheja 6ê Sibatê lê çêbû fitara ewil hat xwarin

Malatya

Li Meletî û Adiyemana ku tesîra erdheja navenda wê Kahramanmaraş e lê çêbû fitara ewil di konteyneran da hat xwarin.

Welatiyên ku di Konteynerbajara Kaynarcayê da dijîn fitara xwe amade kirin û êvarê li ser sifreya erdê xwarin.

Menderes Yalinkiliçê ku bi malbata xwe va fitarê xwar ji nûçegihanê AAyê ra diyar kir ku di erdheja 6ê Sibatê da xwişka wî miriye û wan rojên gelek bi êş dîtine.

Yalinkiliç got ew hêvî dike ku ew roj careke din neqewimin û diyar kir ku mala wî ya li Taxa Kiltepeyê zirareke mezin dîtiye û hilweşiyaye.

Yalinkiliç diyar kir ku piştî erdhejê ev Remezana wan a duyemîn e û wiha axivî: "Xwedê gelek Remezanan bike nesîbê me. Li hemberî her tiştî dîsa jî em bi hatina Remezanê kêfxweş in. Xwedê felaketeke wiha nede serê kesî. Êşa me mezin e. Xwişka min mir. Xwedê nede serê dijminê min jî. Xwedê wan rojan careke din nîşan nede. Xwedê dîsa Remezê nesîbê me bike. Tu kesî di tengasiyê da nehêle."

Done Yalinkiliça jina wî jî got par ew di kon da mane, lê îsal derbasî konteynerê bûne.

Yalinkiliç daxuyand ew kêfxweş in ku ew ê paşê der basî mala xwe ya ku dewlet çêdike bibin.

- Adiyeman

Li Adiyemana ku ji ber erdheja 6ê Sibata 2023an zirareke mezin dît jî erdhejzedeyên di konteynerbajaran da dijîn fitara xwe ya ewil vekirin.

Ji bo qasî 947 mexdûrên erdhejê yên di konteynerbajarê da dijîn fitar hat belavkirin.

Alîkarê Midûrê Bajêr yê AFADê Tuncer Şeyda daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku wan bi mexdûrên felaketê ra fitar xwar.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın