Li Manîsayê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 6 şikbar hatin girtin

Manisa
Li Manîsayê ji 10 şikbarên ji ber endamtiya PKKya rêxistina terorê û propagandaya rêxistinê kirine hatin binçavkirin jê 6 kes hatin girtin û 4 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr di 26ê Çileya Pêşîn bi operasyoneke hevdem şikbar girtin.
Ji 10 şikbarên ku sewqî edliyeyê hatin kirin jê 6 kes hatin girtin û 4 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Serdozgeriya Komarê ya Manîsayê di çarçoveya lêpirsîna ku ji bo eşkerekirin û astengkirina çalakiyên PKK/KCK-PYD/YPGya rêxistina terorê der barê şikbaran da biryara binçavkirinê dabû.
Hatibû tesbîtkirin ku ji 10 şikbaran jê yek biyanî ye û endamê PKKya rêxistina terorê ne û propagandaya rêxistinê dikin. Ji ber vê ew hatibûn binçavkirin.