Tirkiye

Li Mûşê rêncberên ku di berf û bagerê da mehsûr man, hatin xelaskirin

Sabri Yıldırım  | 02.12.2024 - Rojanekırın : 17.12.2024
Li Mûşê rêncberên ku di berf û bagerê da mehsûr man, hatin xelaskirin

Muş

Li Mûşê rêncber dema ku ji zozanê dadigeriyan, bagera berfê rabû û bi birên pezê xwe va mehsûr man û bi destê ekîbên berfê hatin xelaskirin.

Rêncber ji zozanê Arikoya ku 35 kîlomêtre dûrî navenda bajêr e, bi bira pezê xwe va dadigeriyan navenda bajêr, lê li texma Çavuştepeya ku 2 hezar û 500 raqim e, di bagera berfê da rê hat girtin û mehsûr man.

Li ser cabdayîna rêncberan ekîbên berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr şandin herêmê.

Wezîfedaran bi makîneyên kar va rê vekirin û rêncberan heywanên xwe birin gomên li navenda bajêr.

Mixtarê Arikoyê Şahîn Salkim ji rojnamegeran ra got ku rêwîtiya wan nêzî 8 saetan dewam kir û paşê wan sax û silamet 2 hezar serî pezê xwe ji ser eraziyên ku berf ketine ra derbas kirin û gîhandin navenda bajêr.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın