Tirkiye

Li Mêrsînê di qezaya ku gelek wesayît tev bûn da 10 kes mirin, 30 kes birîndar bûn

Fikret Kavğalı, Sude Şahingöklü, Mehmet Sancakzade  | 26.05.2024 - Rojanekırın : 27.05.2024
Li Mêrsînê di qezaya ku gelek wesayît tev bûn da 10 kes mirin, 30 kes birîndar bûn Mersin'de TAG Otoyolu'nda zincirleme trafik kazası

Mersin

Li Mêrsînê di Otorêya Tersûs-Edene-Gazîentabê (TEG) da 4 wesayîtan qeza kir û li gor tesbîta ewil 10 kes mirin, 30 kes birîndar bûn.

Li texma Yenîceyê ya Otorêya TEGê, otobêsa rêwiyan a fîrmaya Star Diyarbakirê ku plaqeya wê 34 SD 8821 e, ji rê derket, derbasî şirîta din bû ku ji hember va wesayît dihatin. Otobêsê di şirîta din da li 2 otomobîl û kamyonekê xist.

Li ser êxbarê gelek ambulans, polês û ekîbên îtfaiyeyê sewqî herêma qezayê kirin.

Li gor tesbîtên ewil di qezayê da 10 kes mirin, 30 kes birîndar bûn.

Waliyê Mêrsînê Alî Hamza Pehlîvan ji nûçegihanê AAyê ra got ku qezayeke elîm çêbû û wiha dewam kir, "Di qezaya di Otorêya TEGê da li gor tesbîtên ewil 10 kes mirin, 30 kes birîndar bûn. Rehma Xwedê li miriyan be, Xwedê şifayê ji birîndaran ra bişîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.