Li Mêrdîn, Bîngol û Elezîzê dergûşên ewil ên salê hatin dinyayê

Mardin
Li Mêrdîn, Bîngol û Elezîzê dergûşên ewil ên sala 2024an hatin dinyayê.
Li Nexweşxaneya Dewletê ya Kiziltepeya Mêrdînê di saet 00.09an da dergûşa Havva û Îbrahîm Çalka hat dinyayê. Dergûş 3 kîlo û 80 gram e û navê wî danîn "Muhammed Huseyîn".
Dayik Çalkayê diyar kir ku ew kêfxweş e ku di deqîqeyên ewil ên sala nû da bû dayik û wiha dewam kir, "Zarokê min ê 5emîn çêbû. 4 keçên min hebûn, vêga kurkekî min jî çêbû. Ez pir kêfxweş im."
Bavik Çalka jî got ku ew kêfxweş e û wiha dewam kir, "Keç û kur ji bo me ferq nake. Bira siheta wî li cih be, bes e."
Doxtorê Pispor Haci Eraslan jî got ku rewşa dayik û dergûşê baş e.
- Bîngol
Li Bîngolê jî di deqîqeyên ewil ên sala nû da dergûşek hat dinyayê û navê wê danîn "Hatîce".
Dergûşa Gulsum û Omer Arslan di saet 00.00î da li Nexweşxaneya Welidîna Jinan û Nexweşiyên Zarokan a Bîngolê 2 kîlo û 670 gram hat dinyayê.
Walî Ahmet Hamdî Usta malbat ziyaret kir û ew pîroz kir.
Usta zêrek bi dergûşê va kir û got ku Xwedê emrekî dirêj û silametiyê bidê.
Gulsum Arslana dayik got ku ev dergûşa min a ewil e û pê kêfxweş bû.
- Elezîz
Li Elezîzê "Eymen", "Asîlhan" û "Dogu" bûn dergûşên ewil ên sala 2024an.
Eymenê zarokê ewil ê Buşra û Kadîr Canpolat li Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekîn di Klînîka Welidîn û Nexweşiyên Jinan da wekî 3 kîlo û 600 gram hat dinyayê.
Asîlhanê zarokê duyem ê Ummu Gulsum û Durukan Yagdiran jî wekî 4 kîlo û 100 gramî hat dinyayê.
Doguyê dergûşê duyem ê Belgîn û Emre Erol jî wekî 2 kîlo û 750 gram hat dinyayê.
Walî Omer Toraman û Şaredar Şahîn Şerîfogullari dergûş ziyaret kirin û zêr bi wan va kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.