Jiyan

Li Mêrdînê midîbusek welgeriya, 24 kes birîndar bûn

Halil İbrahim Sincar, Selahattin Erol  | 23.03.2026 - Rojanekırın : 24.03.2026
Li Mêrdînê midîbusek welgeriya, 24 kes birîndar bûn Selahattin Erol

Mardin

Li Midyada navçeya Mêrdînê midîbusek welgeriya, 24 kes birîndar bûn.

Midîbusa ku nasnameya şofêrê wê hê nediyar e û plaqeya wê 72 AAD 150 ye li ser rêya Midyad-Cizîrê, li Taxa Yayvantepeyê ji kontrolê derket û welgeriya.

Li ser cawdayînê cendirme, polês û ekîbên AFAD û Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.

Di qezayê da 24 kesên ku di midîbusê da bûn, birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın