Li Mêrdînê jineke 76 salî ji şanişînê ket û canê xwe ji dest da
Mardin
Li Kiziltepeya navçeya Mêrdînê jineke 76 salî ji şanişînê ket û canê xwe ji dest da.
Li taxa Yenîkentê Turkiye T. (76) ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn, ji şanişîna daîreya qata 7an a avahiyekê kete ser erdê beton.
Li ser îxbarê ekîbên polês, îtfaiye û tendirustiyê hatin cihê bûyerê.
Ekîbên tenduristiyê tesbît kirin ku jinikê canê xwe ji dest daye.
Termê jinikê piştî lênerîna li cihê bûyerê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kiziltepeyê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
