Li Mêrdînê jina ku sancûyên wê dest pê kirin mêrê wê yê ku tenduristvanê bi têlefonê rêberiya wî kir da welidandin
Mardin
Li Mêrdînê jina ku sancûyên wê yên welidînê dest pê kirin, bi alîkariya mêrê xwe yê ku personela tenduristiyê bi têlefonê rêberiya wî kir, dergûşa xwe anî dinyayê.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Tenduristiya Parêzgehê, ji 112 Navenda Hawar û Gaziyê ra agahiyek hat dayîn ku jineke li ber welidînê pêdiviya wê bi alîkariya bilez heye.
Personela tenduristiyê ya ku bersiv da têlefonê, ji aliyekî va ekîba tenduristiyê şand navnîşanê û ji aliyekî din va jî hewl da ku mêrê jina ducanî aram bibe.
Personela tenduristiyê bi rêberiya xwe ya li ser têlefonê va kir ku jina ducanî biwelide.
Ekîba tenduristiyê jî piştî welidînê xwe bi malê ra gihand û kontrolên ewil kirin û her wiha dayik û dergûşa wê rakirin nexweşxaneyê.
Saffet Yavuzê ku di daxuyaniyê da cih dan nêrînên wî, ji bo dayik û dergûşê hêviya emrekî dirêj kir.
Yavuz her wiha personela tenduristiyê ya ku di vê pêvajoyê da peywir bi cih anî, tebrîk kir û her wiha belgeya spasiyê da wê.
