Li Kinika Îzmirê xebatên temirandina şewata daristanê didomin

Izmir
Li Kinika navçeya Îzmirê ji erd û esman midaxeleya li şewata daristanê didome.
Ji bo temirandina şewata ku duh nîvro li daristana li Taxa Îbrahimogluyê ji ber sedemeke hê nehatiye tesbîtkirin derket û bi tesîra bayê belav bû, ekîbên Midûriyeta Daristana Herêma Îzmirê û yên îtfaiyeyên şaredariyên nêzîk têdikoşin û xebata ekîban berdewam e.
Seranserî şevê bi 34 arazoz, 13 wesayîtên îkmalê, 6 makîneyên kar û 7 ekîbên li erdê yên midaxeleya ewil va hewil hat dayîn ku agir bê temirandin.
Piştî ku şefeqê avêt, 7 balafir û 19 helîkopter beşdarî xebatên temirandina agir bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.