Li Kastamonuyê di şewata li gund derket da 11 xanî şewitîn

Kastamonu
Li Araça navçeya Kastamonuyê di şewata ku derket da 10 gund şewitîn.
Li Taxa Ispahalarê ya li ser gundê Susuza girêdayî navçeyê ji ber sedemeke hê nayê zanîn şewat derket.
Li ser îxbarê ekîbên agirkujiyê yên Kastamonu û Karabukê çûn cihê bûyerê û arozozên Midûriya Herêma Daristanê ya Kastamonuyê midaxeleyî şewatê kirin.
Li gor tesbîtên ewil 10 xanî wisa şewitîn ku êdî pêkan nîne bên bikaranîn.
Xebatên ekîban ên ji bo vemirandina şewatê dewam dikin.
Walî Meftun Dalli li gund lêkolîn kirin û daxuyanî da rojnamevanan û got ku şewat saet dora 14.00an derketiye.
Walî Dalli diyar kir ku di şewatê da 11 xaniyên li gund zirar dîtin û ekîban pêşî li şewatê girt û wiha axivî:
"Midûriya me ya Herêma Daristanê bi arazozan jî midaxele kir. Firokeyên me hatin. Xebatên sarkirinê dewam dikin."
Dalli destnîşan kir ku di şewatê da tu kes nemir û wiha axivî: "3 heywanên me telef bûne. AFAD dê wekî şewateke ku bandorî jiyana giştî kiriye biuhesibîne. Di encama pêvajoya tesbîtê da dê xaniyên welatiyên me yên ku şewitîn li cihê hat tesbîtkirin ji nû va bên çekirin înşeallah. Em ê bi tu awayî welatiyên xwe ji niha pê va mexdûr nekin. Gelekî derbasî be ji welatiyên me ra."
Mixtarê gundê Susuzê Selîm Dalçik daxuyanî da rojnamevanan û got ku li taxê 14-15 xanî hebûn 12 jê bi temamî şewitîn.
Dalçik diyar kir ku tax 40 kîlomêtro dûrî navçeyê ye û got ku "4 heywanên me hebûn. Şikir tiştek bi kesî nehat lê xaniyên me şewitîn."
Dalçik diyar kir ku şewat li xaniyekî kevin û bêceyran da derketiye û got ku "Li vir milet havînê derdikeve zozanan. Ji ber ku ajalvaniyê dikin havînê li zozanan, zivistanê li vir dimînin. 2 xaneyên ku derneketibûn zozanan hebûn. Yek jê xilas bû yên din hem xanî hem jî heywanên wan şewitîn. Xwedê neyne serê tu kesî. Dewleta me hat. Herêm ji 21 gundan pêk tê. Li vir xanî piranî darîn in, di vê mijarê da em zehmetiyê dikşînin. Tu agirkujên me tunin."