Li Kanadayê di aliyê çepê yê balafira ku ji St. John'sê diçû Halîfaxê da dema daketinê şewat derket

Ankara
Li Kanadayê di aliyê çepê yê balafira ku ji bajarê St. John'sê diçû bajarê Halîfaxê da dema daketinê ya li Balafirgeha Navneteweyî ya Halîfaxê şewat derket.
Li gorî nûçeya CBC Newsê, balafira şirketa PAL Airlinesê ji bo ku here Halîfaxê ji bajarê St. John'sê rabû.
Dema ku ew li balafirgeha Halifaxê daket, dora saet 21.30î da hat dîtin ku ji aliyê wê yê çepê dûman derket û paşê jî qismeke wê şewitî.
Ji rêwiyan Nîkkî Valentîneyê got ji ber ku taximên daketinê yên balafirê bi rêkûpêk venebûn, baskê çepê yê balafirê demekê erd herişand û paşê jî agir pê ket.
Valentîneyê diyar kir ku di balafirê da nêzî 80 rêwî hebûn, lê di daxuyaniya ku balafirgehê eşkere kir da der barê hejmara rêwiyên da agahî nehat dayîn.
Hat ragihandin ku rewiyên balafirê ji kontrola tenduristiyê derbas bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.Kanada’da yolcu uçağı iniş sırasında alev aldı ⤵️
— Anadolu Ajansı (@anadoluajansi) December 29, 2024
• St. John's'tan Halifax’a giden Pal Airlines'a ait uçağın iniş takımları düzgün açılmadı
• İnişte yere sürtünen uçağın sol kanadı alev aldı
• Uçakta bulunan yaklaşık 80 yolcu tahliye edilerek sağlık kontrolünden geçirildi… pic.twitter.com/y9mxWFYr65