Dinya

Li Kanadayê ajokarekî wesayîta xwe ajot nav qerebalixê, 11 kes mirin

Dilara Karataş  | 27.04.2025 - Rojanekırın : 29.04.2025
Li Kanadayê ajokarekî wesayîta xwe ajot nav qerebalixê, 11 kes mirin

Ankara

Li Vancouvera bajarê Kanadayê kesekî wesayîta xwe ajot ser qerebalixa li kolana mihrîcanê, li gor tesbîtên ewil 11 kes mirin û birîndar hene.

Steve Raiyê Şefê Polêsan a Vancouverê civîna çapemeniya li dar xist û der barê bûyera klu wekî "roja herî tarî a di dîroka bajêr da" bi nav kir da daxuyanî dan.

Raî diyar kir ku ajokarekî bi saeta herêmî di saet 20.00an da wesayîta xwe ajot ser qerebalixa li mihrîcana kolanê ya civaka Filîpiniyan. Li gor tesbîtên ewil 11 kes miriin û birîndar hene.

Raî got ku ajokar hat binçavkirin û dibe ku jimara miriyan zêde bibe.

Raî got ku pirsgirêkên zihnî yên ajokar hene.

Di daxuyaniya Departmana Polêsên Vancouverê da hat ragihandin ku bûyer "çalakiya terorê nîne."

- Serokwezîrê Kanadayê Carney peyama sersaxî û derbasîbûnê weşand

Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê xwe ya çapemeniya civakî Xê da got ku ji ber tiştên ku di mihrîcana Lapu Lapuyê ya civaka Filîpinî qewimî gelekî xemgîn e.

Carney got ku sersaxiyê dide xizmên kesên di bûyerê da mirin, ji birîndaran û xizmên wan ra û Filîpiniyên li welat ra got ku derbasî be û diyar kir ku bûyerê ji nêz va dişopînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın