Li Kahramanmaraşê 162 saet piştî erdhejê kesekî 45 salî bi saxî ji enqazê hat derxistin

Antalya
Li Kahramanmaraşê 162 saet piştî erdhejê kesekî 45 salî bi saxî ji enqazê hat derxistin.
Di erdhejên bi mezinahiya 7,7 û 7,6 ên ku bandor li 10 wîlayetan kirin de, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in.
Ekîbên Serokatiya Daîreya Îtfaiyeyê ya Şaredariya Mezin a Antalyayê piştî ku ji binê enqaza avahiyeke li taxa Bahçelievlerê bihîstin, tesbît kirin ku kesek tê de sax e.
Ekîban piştî xebatele bi qasî 5 saetan Cengiz Polatê 45 salî 162 saet piştî erdhejê, ji enqazê bi saxî derxistin.
Ekîb xebata xwe ji bo rizgarkirina Gullu Polata hevjîna Polat û kurên wî Ozkan, Samet û Mustafa Polat xebatên xwe didomînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.