Dinya

Li Hindistanê hejmara kesên ji ber îzdihama di ayînekê da mirin derket 87an

Ayşe İrem Tiryaki, Ecem Şahinli Ögüç  | 02.07.2024 - Rojanekırın : 03.07.2024
Li Hindistanê hejmara kesên ji ber îzdihama di ayînekê da mirin derket 87an

Ankara

Li Uttar Pradeşa eyaleta Hindistanê hejmara kesên ji ber îzdihama di ayînekê da canê xwe ji dest dan, derket 87an.

Li gorî nûçeyeke qenala NDTVê li bajarokê Sikandara Rauya li herêma Hathrasê ya Uttar Pradeşê, di miyana nimêja bi komî ya "Satsang"ê da îzdiham çêbû.

Ji rayedarê herêma Hathrasê Ashish Kumar destnîşan kir ku li gorî agahiya ku ji saziyên tenduristiyê hat sitandin, di îzdihamê da 87 kesan canê xwe ji dest da.

Hatragihandin ku di nava miriyan da zarok jî hene û birîndar jî rakirine nexweşxaneyê.

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî sersaxî da xizm û malbatên kesên ku canê xwe di îzdihamê da ji dest dan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın