Li Heskîfê qehweya "Hilwe"yê ya ku bi şîr û hingiv tê çêkirin pêşkêşî mêvanan tê kirin

Batman
Li Heskîfa navçeya dîrokî ya Batmanê qehweya "Hilwe"yê bi mewîjê hêjîran, gwîz, xernûf, hingiv û şîr tê tevlihevkirin û tê amadekirin.
Li navçeya Heskîfê ya dîrokî qehweya "Hilwe"ya ku bêhna wê cuda ye, di cizoka misîn da, li ser agirê korik yaxud li ser perengan tê kelandin.
Ozgur Dagtekînê (32) ji esnafê Heskîfê anî ziman ku gelek herêm qehweya wan a taybet heye û qehweya Hilwe jî li herêma Heskîfê tê çêkirin.
Dagtekin da zanîn ku qehweya Hilweyê bi baldarî amade dikin û wiha got: "Pîvaneke hemûyan heye. Ger pîvana wê ne li ser hedê xwe be tema wê têk diçe. Ji ber vê yekê em bi baldarî amade dikin. Em ji melzemeyên pêwîst mecûna wê amade dikin û qehweyê çêdikin."
Omer Faruk Cîhan (30) jî diyar kir ku ew li navçeyê qehweyê difiroşe, Hilwe ji cureyên din yê qehweyê şirîntir e û ev qehwe ji mêvanên ku serdana navçeya dîrokî dikin ra tê pêşkêşkirin.
Muhammed Halîl Şahînê ku ji Almanyayê serdana navçeyê dike, destnîşan kir ku ew cara pêşî ye qahweya Hilweyê vedixwe û wî gelekî jê hez kiriye.
Mehmet Emîn Şîmşekê ku li navçeyê mamostetiyê dike, anî ziman ku ziyaretvan bêyî qehweya Hilweyê vexwin ji navçeyê naçin û got, "Kesên li Heskîfê dijîn her tim vê qehweyê vedixwin. Ji tehma wê têr nabin. Kêfa li Hesenkêfê di vê qehwê da ye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.