Li herêma Pençe-Kilîtê 5 eskerên di bin bandora xaza metanê da man, şehîd bûn
Serokomar Erdogan ji bo 5 eskerên di bin bandora xaza metanê da man şehîd bûn, peyama sersaxiyê weşand

Ankara
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) hat dayîn, li herêma Pençe-Kilîtê wextê di şikeftekê da xebatên lêgerînê dihatin kirin 19 esker di bin bandora xaza metanê da man, digel hemî mudaxaleyan 5 esker şehîd bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat bibîrxistin, li herêma Pençe-Kilîtê di 28ê Gulana 2022yan da, wextê xebatên lêgerînê dihatin kirin terorîstan êrîş kir, di êrîşê da Piyade Sertegmen Nurî Melîh Bozkurt şehîd bû.
Hat diyarkirin ku ji ber êrîşên bêyî navber wê demê cihê cinazê Bozkurt nehatibû tespîtkirin, piştî demekê kontrola herêmê hatibû bidestxistin û digel hemî xebatên lêgerînê hêj cihê cinazê şehîd nehatiye tespîtkirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ekîbên taybet li herêmên îhtimal heye ku cinazê şehîd lê be, bi baldarî xebatan birêvedibin û daxuyanî wiha dewam kir:
"Di çarçoveya xebatên lêgerînê yên li herêma Pençe-Kilîtê da, li şikeftekê ku raqima wê 852 ye û tê zanîn ku berê ji aliyê terorîstan va wekî nexweşxane hatiye bikaranîn xebat hatin kirin. Di xebatên ku îro li herêmê hatin kirin da hat tespîtkirin ku 19 personelên me di bin bandora xaza metanê da mane, tavhal sewqî nexweşxaneyê hatine kirin, 5 qehremanê me digel hemî midaxaleyan şehîd bûne. Li herêmê xebatên xilaskirinê bi tevkarîya ekîbên AFAD û TSKyê berdewam dikin. Xwedê rehma xwe li şehîdê me yê ezîz yê ku di vê bûyerê da mir bike. Em ji malbata şehîdên me yên bikeder ra sersaxiyê û sebrê dixwazin. Serê Hêzên Çekdar ên Tirkan û gelê me yê hêja sax be. Xwedê şifayê bide rêhevalên me yên birîndar. Em birêzdarî radigihînin rayagiştî.”
- Serokomar Erdogan ji bo 5 eskerên di bin bandora xaza metanê da man şehîd bûn, peyama sersaxiyê weşand
Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji bo 5 eskerên li herêma Pençe-Kilîtê wextê di şikeftekê da xebatên lêgerînê dihatin kirin di bin bandora xaza metanê da man şehîd bûn, peyama sersaxiyê weşand.
Serokomar Erdogan di peyama li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşand da cih da van îfadeyan:
"Xeber hat ku ji eskerên me yên li herêma Pençe-Kilîtê wextê di şikeftekê da xebatên lêgerînê dihatin kirin di bin bandora xaza metanê da man şehîd hene, xemgîn im. Xwedê rehma xwe li şehîdê me yên ezîz yên ku di vê bûyerê da mirin bike. Em ji malbata şehîdên me yên bikeder ra sersaxiyê û sebrê dixwazin. Serê Hêzên Çekdar ên Tirkan û gelê me yê hêja sax be. Xwedê şifayê bide eskerên me yên birîndar."
- Wezîrê Karên Derva Fîdan ji bo 5 eskerên li herêma Pençe-Kilîtê şehîd bûn, peyama sersaxiyê weşand
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan ji bo 5 eskerên li herêma Pençe-Kilîtê wextê di şikeftekê da xebatên lêgerînê dihatin kirin di bin bandora xaza metanê da man şehîd bûn, peyama sersaxiyê weşand.
Fîdan di peyama li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê weşand da cih da van îfadeyan:
"Xwedê rehma xwe li şehîdê me yên ezîz yên li herêma Pençe-Kilîtê ku di vê bûyerê da mirin bike. Em ji malbata şehîdên me yên bikeder ra sersaxiyê û sebrê dixwazin. Xwedê şifayê bide eskerên me yên birîndar."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.