Li Hekariyê wesayîtek ket Çemê Zapê, ajokar mir û kurê wî birîndar bû
- Cenazeyê Bav Aydin Yeşîlgoz kîlomêtroyek dûrî cihê qezayê hat dîtin

Hakkari
Li Hekariyê ajokarê wesayîta bazirganiyê ya sivik a ku ket Çemê Zapê mir, kurê wî birîndar bû.
Wesayîta bazirganiyê ya sivik a bi plakaya 33 AFE 823 a ku Aydin Yeşîlgoz diajot nêzî gundê Akçaliyê ya Hekarî-Wanê welgeriya şerampolê.
Wesayît ket Çemê Zapê û ajokar ji wesayîtê pekiya nav avê û bi avê da çû, kurê wî Muhammet Yeşîlgozê 10 salî ku birîndar bû bi derfetên xwe derket.
Li ser îxbarê ekîbên AFAD, JAK, UMKE, Tenduristî, îtfaiye û cendirmeyan sewqî cihê qezayê kirin.
Zarokê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê.
Di xebatên ekîban da biqasî kîlomêtroyek dûrî cihê qezayê cenazeyê Yeşîlgoz hat dîtin.
Cenazeyê Yeşîlgoz rakirin morga nexweşxaneyê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.