Jiyan

Li Hekariyê kundureke bi giraniya 50,5 kîloyî hat çandin

Sayim Harmancı  | 17.10.2025 - Rojanekırın : 17.10.2025
Li Hekariyê kundureke bi giraniya 50,5 kîloyî hat çandin

Hakkari

 Li Hekariyê ji aliyê cotkar û keça wî va kundureke bi giraniya 50,5 kîloyî hat çandin.

Li gorî daxuyaniya ku ji hesabê medyaya civakî ya Walîtiya Hekariyê hat dayîn, li gundê ku cotkar Haci Osman Salim lê dijî, bi piştgiriya Walî û Cîgirê Şaredar Alî Çelik, bi saya panelên enerjiya rojê yên ku hatibûn danîn, av ji bîra sondajê hate derxistin.

Salim bi ava ku ji bîrê hat temînkirin derfeta avdana baxçeyê xwe dît û bi piştgiriya keça xwe kundureke 50,5 kîloyî çand.

Kundur bi giraniya xwe weke berhema herî giran ya ku heta îro li bajêr hatiye bidestxistin, di qeydan da cîh girt.

Walî Çelik, Salim û keça wî yên ku bi kundirê qerse hatibûn walîtiyê, di meqamê xwe da qebûl kir û ji ber keda wan sipasiya wan kir.

Kundir ji bo ku ji xwendekaran ra şîranî were çêkirin li Qursa Qur’anê ya Keçan ya Hafiztiyê hat bexşandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın