Li Hekariyê ji 4 kesên ku li Çiyayê Ciloyê winda bûn, 2 kes hatin dîtin

Hakkari
Li Hekariyê ji 4 kesên ku li quntara Çiyayê Ciloyê winda bûbûn 2 kes hatin xelaskirin, ji bo dîtina 2 kesên din jî xebat dewam dikin.
Waliyê Hekariyê Îdrîs Akbiyik daxuyand ku 18 kesên siruştê hez dikin çûn quntara Çiyayê Ciloyê ku bigerin, lê ji wan 4 kes winda bûn.
Akbiyik got li ser cawdayînê cendirme, ekîbên AFAD, UMKE û Tenduristiya Rewşa Acil ya 112yê çûn herêmê û Fermandariya Hêzên Bejayê jî bi firokeyê alîkarî da wan.
Akbiyik anî ziman ku ekîb bi fedakarî xebitîn û ji 4 kesên winda 2 kes birîndar hatin xelaskirin û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yuksekovayê.
Akbiyik got ku rewşa birîndaran baş e, ji bo dîtina 2 kesên ku cihên wan hatine tesbîtkirin jî ekîb dixebitin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.