Li Hekariyê bi êrîşa kûçikên beredayî 36 serî pez telef bûn
Hakkari
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê bi êrîşa kûçikên beredayî 36 serî pez telef bûn.
Li gundê Suustuyê yê 10 kîlometre dûrî navçeyê, kûçikên beredayî êrîşî bira pez a malbata Oguz kir.
Di êrîşa ku di dema navbera xwarinê da pêk hat da ji 100 pezî, 36 jê telef bûn û 11 jê jî wenda bûn.
Xwediyê pez Teoman Oguz diyar kir, duh wextê nîvro dema ew çûn firavînê, wan bira pez li rex newalê hişt.
Oguz diyar kir ku di wê lehzeyê da kûçikan êrîşî pez kirine û wiha dewam kir, "Heta em pê ra gihan, kûçikan 36 pez telef kirin. Qedera 100 pezê me hebû û niha 11 pez jî wenda ne. Ekîbên cendirme û şaredariyê hatin û lêkolîn kirin. Em bûn mexdûr, em dixwazin piştgiriya me were kirin. Ev heywan çavkaniya debara me bûn."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
