Li Hawaiiyê hejmara kesên di şewatên daristanan da mirin derket 89an

Ankara
Li eyaleta Hawaiiyê ya Amerîkayê hejmara kesên di şewatên daristanan ên dewam dikin da mirin derket 89an. Hat ragihandin ku ev, bilindtirîn amara qurbaniyên şewata daristanan e ku di 100 salên derbasbûyî da ket nav qeydan.
Li gorî nûçeya CNNê, peywirdarên li herêmê der heqê şewatên daristanê yên li Girava Mezin û Girava Mauiyê didomin da civîna çapemeniyê li dar xist.
Waliyê Hawaiiyê Josh Green wiha got, "Niha hûn hemû meraq dikin ku îro li qadê çi rû da. Bêtir mirin hebû. Hejmara miriyan derket 89an."
Green destnîşan kir, ew li bendê ne ku hejmara miriyan zêdetir be û wiha got, "Ev, bobelata herî mezin e ku tê serê Hawaiiyê. Der dora 2 hezar û 200 avahiyî ji holê rabûn û miqdara xesarê gihîşt 6 milyar dolarî."
Şefê Polêsê Mauiyê John Pelletier jî diyar kir, ji 89 kesên mirin bi tenê nasnameya 2 kesan hat tesbîtkirin.
Pelletier bal kişand ku ew dixwazin xebatên lêgerîn xilaskirinê heta ji wan tê bilez bidomînin û wiha got, "Lêbelê heta niha me bi kûçikan bi tenê ji sedî 3yê herêma şewatê lêgerîn pêk anî."
Her wisa peywirdara îtfaiyeyê Lori Moore-Merrellê jî diyar kir, hejmara miriyên li Hawaiiyê ji ya miriyên şewata Californiayê ya 2018an a ku 85 kes miribûn, derbas bû.
Moore-Merrellê wiha got, "Şewatên li Hawaiiyê bûn ew şewat ku li Amerîkayê di 100 salên dawîn da herî zêde kes tê da mirin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.