Dinya

Li gorî Şaredarê Londrayê Khan zimanê ku siyasetmedar bi kar tînin tundiya rastgirên tundrew zêde dike

Behlül Çetinkaya  | 15.08.2024 - Rojanekırın : 17.08.2024
Li gorî Şaredarê Londrayê Khan zimanê ku siyasetmedar bi kar tînin tundiya rastgirên tundrew zêde dike

Greater London

Şaredarê Londrayê Sadiq Khan daxuyand zimanê ku ji aliyê siyasetmedaran va tê bikaranîn li Îngiltereyê bûyerên tundiyên yên rastgirên tundrew geş dike û wiha got: "Ev yek wê bibe sedem ku otêlên ku penaber lê dimînin bên şewitandin û îbadetxane ji ber ku yên Misilmanan in hedef bên girtin. Ji ber vê yekê, hilbijartina zimanê rast a ku siyasetmedar bi kar tîne di berpirsyariya şexsê wî da ye."

Şaredarê Londrayê Khan yê ku bi eslê xwe Pakistanî ye ji bo beşa duyemîn a dosyaya bi navê "Li Îngiltereyê tundiya rastgirên tundrew" daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Khan der barê tevdîrên li hemberî rastgirên tundrew ên li bajêr tên dîtin, gavên li dijî nefret û tundiya li ser medyaya civakî dikarin bên avêtin û bandora zimanê siyasetmedaran a li ser kiryarên rastgirên tundrew da axivî.

Khan got tundrewên rastgir piştî êrîşa bi kêrê ya li Southportê ya ku di encamê da 3 zarok hatin kuştin, Misilman û kesên ku rengê çermê wan cuda ye hedef girtin û wiha axivî: "Êrîşî mizgeftan kirin û hewl dan êrîşî wan bikin. Wesayît hatin rawestandin û heke kesên di hundir da Misilman bin ew kirin hedef. Otêleke ku penaber lê diman hat şewitandin. Êrîşî polêsên ku Misilmanan diparêzin kirin. Ji ber vê Misilman ditirsin û ev rewş dibe bê fêmkirin. (Misilman) Ew welatiyên Britanyayê ne, qanûn binpê nekirine û tiştekî xelet nekirine, lê dîsa jî ditirsin. Ev ne rast e."

Khan bal kişand, wekî Misilmanekî ew jî dibe hedef û wiha dewam kir:

"Ez dizanim ez jî dibim hedef, lewra ez Misilman in. Ji ber vê yekê pasevanê min ê polês heye. Min bi endamên malbata xwe û hevalên xwe ra xeber da, ew jî ditirsin, lewra misilman in. Hûn dizanin, rastgirên tundrev ferq û cudahiyeke wekî 'ew Misilman yan jî ev Misilman' nakin. Em hemû di hedefa wan da ne."

Khan destnîşan kir ku hikûmet û darazê li dijî rastgirên tundrew ên êrîşî mizgeft û însanan kirin, gavên bilez avêtin û wiha dewam kir, "Sûcên nefretê yên wekî dijayetiya Misilmanan (Îslamofobî) û antîsemîtîzm hêza xwe ji medyaya civakî distîne. Mixabin ev agahiyên ne rast ên tijî nefret, li ser medyaya civakî mezin dibin û bêyî şans çêbe ku bên pûçkirin, belav dibin. Nimûneya vê jî ew e, êrîşkarê Soutportê digel ku Misilman nebû, nûçeyên ku wî wek Misilman nîşan didin belav bûn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.