Li Gola Masiyan a Şanliurfayê dawiya hefteyê qerebalixî çêbû
Şanlıurfa
Li Şanliurfaya ku cihekî giring ê geştiyariyê ye, welatiyan di dawiya hefteyê da hewaya bi tavik firset dîtin û berê xwe dan komelgeha Gola Masiyan.
Li Şanliurfaya ku termometreyan lê 20 pile nîşan da di tatîla dawiya hefteyê da welatiyên ku dîtin hewa vekirî û bi tav e berê xwe dane komelgeha dîrokî ya ku weke "mezintirîn akvaryuma siruştî ya cîhanê" tê zanîn û di warê geştiyariya baweriyê da xwedî cihekî giring e.
Yên ku serdana vî cihê ku bûye sembola bajêr, dikin êm diavêjin ber masiyan û wêneyên xatireyê jî dikişînin.
Di heman demê da ava Gola Masiyan a ku ji ber barana zêde ya li bajêr şêlî bûbû, piştî xebatên avdan û paqijkirinê vegeriyaye rewşa xwe ya berê.
%2F20260328_2_73621704_123634874.jpg)
