Tirkiye

Li gelemperiya welêt germahî dê 8 yan jî 12 pile derkeve ser asta demsalê

- Germahî li Enqereyê 23-34, li Stenbolê 21-22 û li Îzmirê jî dê derkeve heya 25-26 pileyan

Fatma Sevinç Çetin  | 09.03.2025 - Rojanekırın : 11.03.2025
Li gelemperiya welêt germahî dê 8 yan jî 12 pile derkeve ser asta demsalê

Ankara

Tê texmînkirin ku li gelemperiya welêt germahî 8 yan jî 12 pile derkeve ser asta demsalê.

Cengiz Çelikê Pisporê Texmîna Hewayê yê Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê der heqê keşûhewaya hefteyekê da agahî da peyamnêrê AAyê.

Çelik bal kişand ku li gelemperiya welêt, hewaya germ û nebûna berf û baranê vê hefteyê jî dê tesîra xwe bidomîne û wiha got, "Heta em pêşbînî dikin ku germahî 3-4 pile zêdetir bibe. Bi vê zêdebûnê va li gelemperiya welêt germahî dê 8 yan jî 12 pile derkeve ser asta demsalê. Ev pêla germahiyê dê seranserî hefteyê li welêt tesîra xwe nîşan bide."

Çelik destnîşan kir ku sibehê li rojhilatê Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û her wiha li dewrûbera Diyarbekir, Batman û Şirnexê taviya baranê dê were û çarşem û pêncşemê jî li dewrûbera Edirne û Çanakkaleyê taviyên demkurt ên baranê dê xwe nîşan bidin.

Çelik diyar kir ku li rojhilatê li cihên stûriya berfê zêde ye, rîska aşîtê heye û bi zêdebûna germahiyê ra ev rîsk jî dê zêde bibe.

Her wisa Çelik bal kişand ku germahiya hewayê li Enqereyê derkeva 23-34, li Stenbolê derkeve 21-22 û li Îzmirê jî dê derkeve heya 25-26 pileyan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.