Tirkiye

Li Gazîentab, Şanliurfa û Kahramanmaraşê kelekela germê heye

Müslüm Etgü, Tunahan Akgün, Fırat Özdemir  | 06.08.2023 - Rojanekırın : 07.08.2023
Li Gazîentab, Şanliurfa û Kahramanmaraşê kelekela germê heye

Gaziantep

Li Gazîentab, Şanliurfa û Kahramanmaraşê kelekela germê bêhnê li merivan diçikîne.

Germa eyyamê bahûrê ku ji rojên herî germ ên havînê ne, li Gazîentab, Şanliurfa û Kahramanmaraşê tesîra xwe dide nîşan.

Li Şanliurfayê kelekela germê merivan aciz dike.

Li bajêr germa hewayê 41 pile hat pîvan. Li bajêr hin zarok li devera Gola Masiyan ketin kanala avê ya Hewşa Mizgefta Hasan Paşayê.

- Gazîentab

Li Gazîentaba ku germa hewayê 39 pile lê hat pîvan jî li kuçe û kolanên qerebalix xalî man, kesên ku derketin derva jî berê xwe dan park, baxçe û binê siha daran.

Hin zarok jî ketin golên avê û xwe hênik kirin.

- Kahramanmaraş

Li Kahramanmaraşa ku erdhej lê çêbûn jî germ zêde ye.

Li bajêr germa hewayê 37 pile hat pîvan.

Hin welatiyên ku ji germê aciz bûn, berê xwe dan park û baxçeyan.

Rayedarên Meteorolojiyê dibêjin ku germ wê hê qederekî dewam bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.