Dinya

Li eyaletên rojhilatê DYAyê girtina sindoqên yekemîn ên dengdanê dest pê kir

Hakan Çopur  | 06.11.2024 - Rojanekırın : 06.11.2024
Li eyaletên rojhilatê DYAyê girtina sindoqên yekemîn ên dengdanê dest pê kir

Washington DC

Li DYAyê hilbijartina ku Kamala Harris a Demokrat û Donald Trump ê Komarîxwaz ji bo serokatiyê pêşbirkê dikin, tevî berdewambûna pêvajoya dengdanê li eyaletên li rojhilatê DYAyê, destpêk ji Kentucky û Indianayê, girtina yekemîn sindoqên dengdanê dest pê kir.

Di hilbijartina 60emîn Serokatiya DYAyê da ku îro birêve diçe, li hinek eyaletên rojhilatê welêt pêvajoya dengdanê qediya.

Pêvajoya dengdanê ku li gelek eyaletan sibehê saet 06.00ê destpê kir, ber bi qedandinê va diçe, li hinek herêmên eyaletên Kentucky û Indianayê, bi dema herêmî saet 18.00ê pêvajoya dengdanê qediya.

Bi vê ra êdî bi dema herêmî saet 19.00ê ewê li hêla rojhilat dest bi girtina sindoqên bê kirin.

Piştî ku Serok Joe Bîden ji namzediyê vekişiya, Kamala Harrîs wek namzeda Demokratan hat hilbijartin ku ew li hemberî namzedê Komarparêzan Trump ji bo serokatiyê hevrikiyê dike.

Gelê Amerîkayê ji bilî hilbijartina serokê nû yê Amerîkayê, ji bo hilbijartina tevahiya Meclisa Nûneran a ku 435 kursiyên wê hene û Senatoya 100 endamî ya ku wê 34 kursiyên wê bê hilbijartin jî dengê xwe didin.

Li welatê ku sê dîlîmên saetê yên cuda lê heye, destpêk û qedandina dengdayînê li gorî eyaletan diguhere.

Sandoq li Vîrgînîa û Florîdayê di saet 19.00î da (li gor saeta Tirkiyeyê roja çarşemê 03.00), li Washîngton DC û Pensîlvanyayê di saet 20.00î da (li gor saeta Tirkiyeyê roja çarşemê 04.00) û li New Yorkê jî di saet 21.00î da (li gor saeta Tirkiyeyê roja çarşemê 05.00) wê bên girtin.

Kîjan namzed bi ser bikeve ew ê di 20ê Çileya Paşîn a 2025an da sond bixwe û wê 4 salan bibe serokê Amerîkayê yê 47emîn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın