Jiyan

Li Erzirom, Tuncelî, Erdexan, Qers û Agiriyê sir û serma dewam dike

Hilmi Tunahan Karakaya, Sidar Can Eren, Yusuf Ayas, Günay Nuh, Cüneyt Çelik, Abdullah Söylemez, Yasin Çavdar  | 21.01.2025 - Rojanekırın : 24.01.2025
Li Erzirom, Tuncelî, Erdexan, Qers û Agiriyê sir û serma dewam dike

Erzurum

Li Erzirom, Tuncelî, Erdexan, Qers û Agiriyê sir û serma dewam dike.

Li Erziroma ku germahiya hewaye ya bi şev di bin sifire da 15 pile hat pîvandin, li ser banê xaniyan şembelûk çêbûn.

Li ser rê û peyarêyan qeşa çêbû, wesayîtan, dar û beran qiravî girt.

- Tuncelî

Li Tunceliyê ji ber ku germahiya hewayê di bin sifirê da daket 5,4 pileyan, li ser daran qiravî çêbû û paceyên wesayîtên parkkirî jî cemed girt.

Li ser lûtkeyên hin çiyayan yên li geliyên Munzur û Pulumurê mij çêbû.

- Erdexan

Li Erdexanê germahiya hewayê ya herî kêm a bi şev di bin sifirê de 19 pile hat pîvan.

Ji ber hewaya sar rê û peyarêyên bajêr qeşa girt.

Li navçeya Goleyê termomêtroyan germahiya hewayê ya bi şev di bin sifire da 23 pile nişan da.

Li navçeyê ji ber hewaya sar paceyên mal û kargehan cemed girt.

- Qers

Li Qersê piştî berfê hewa sar bû.

Li bajarê ku germahiya hewayê ya bi şev binê sifirê da daket 16 pileyan, çem û robaran qeşa girt.

Hin welatiyan betanî û xalîçe avêtin ser wesayîtên xwe ku ji sermayê biparêzin.

Dîmenên roviyên ku li çolê xwarinê digerin hatin kişandin.

- Agirî

Li Agiriyê bandora sermayê dewam dike.

Li bajarê ku termomêtroyan germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 19 pile nîşan dan, çem û robaran qeşa girt.

Li ser depoya avê ya li goristana bajêr bi mêtroyan şembelûk çêbûn.

Li navçeya Elaşgirê jî hewa sar e û tesîrê li ser jiyanê dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın