Jiyan

Li Erziromê Kevirên Cinan ên Narmanê ku di binê berfê da man, mazûvaniya ziyaretvanan dikin

Canip Kaplan  | 03.12.2024 - Rojanekırın : 10.12.2024
Li Erziromê Kevirên Cinan ên Narmanê ku di binê berfê da man, mazûvaniya ziyaretvanan dikin

Erzurum

Kevirên cinan ên li Narmana navçeya Erziromê piştî ketina berfê spîçîl bûn û bi dîmenên xwe yên spî û sor va mazûvaniya ziyaretvanan dike.

Kevirên cinan 90 kîlomêtre dûrî navenda bajêr e û di kîlomêtreya 7emîn a rêya Narman û Pasînlerê da ye. Piştî ketina berfê di nava kevirên cinan da dîmenên xweş derketin holê.

Kevirên cinan ên Narmanê dişibin Newala Grandê ya navdar a li Amerîkayê û di kevirên cinan da 12 newal hene. Her sal bu hezaran turîstên xwecî û biyanî van keviran ziyaret dikin.

Piştî ku berf di ser da ket kevirên cinan sor û spî bûn. Kesên ku tên ziyareta keviran, di navê da wêneyan dikişînin û digerin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.