Jiyan

Li Erdexanê nexweşê ku ji ber berfê li gund asê ma, bi saya wesayîta bipalet hat xelaskirin

Günay Nuh  | 25.02.2025 - Rojanekırın : 26.02.2025
Li Erdexanê nexweşê ku ji ber berfê li gund asê ma, bi saya wesayîta bipalet hat xelaskirin

Ardahan

Nexweşê li gundê Erdexanê yê ku ji ber berfê rêya gund hat girtin û ew lê asê ma, bi alîkariya ekîban gihîşt nexweşxaneyê.

Îsmet Guzelê 71 ​​salî yê ku li gundê Tepesuyuyê ya girêdayî navenda bajêr dijî nexweş ket.

Xizmên Guzel ji ber berf û bagerê nekarîn ku wî bibin nexweşxaneyê û ji Navenda Rewşa Acil a 112yê alîkarî xwestin.

Ekîbên tenduristiyê bi ambulansê hatin devê gund, lê ji ber ku berfê rêya gund girtiye xwe negihandin Guzel.

Li ser agahdarkirinê ekîbên AFADê hatin gund û ekîbên tenduristiyê wesayîta wan a bipalet siwar bûn û xwe gihandin wî.

Ekîban piştî midaxaleya ewil wî bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdexanê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın