Tirkiye

Li Enqereyê wesayît li dîregê qelibî û 4 kes mirin

Hüseyin Cem Dağıstanlı  | 27.10.2024 - Rojanekırın : 28.10.2024
Li Enqereyê wesayît li dîregê qelibî û 4 kes mirin

Ankara

 Li paytext Enqereyê otomobîl li dîrega li rexê rê qelibî û di encamê da 4 kes mirin, kesek birîndar bû.

Li gorî agahiya hat wergirtin, êvarê li Taxa Yakup Abdal a navçeya Mamakê otomobîla plaqe 06 DDC 719 serî ji ajokar sitand û li tabelaya rênîşandanê qelibî.

Li ser agahdarkirin, ekîbên polês û îtfaiyeyê şandin cihê qezayê.

Ekîban tesbît kir, 4 kesên di wesayîtê da mirine. Kesekî ku di qezayê da birîndar bû jî piştî midaxeleya ewil a ekîban bi ambulansê bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Der heqê qezayê da lêpirsîn hat destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın