Li Duzceyê otobêsa rêwiyan li refujê xist û 17 kes birîndar bûn

Düzce
DUZCE (AA) - Li ser Otorêya Anadoluyê aliyê Duzceyê otobêsa rêwiyan li refujê xist û yek jê giran 17 kes birîndar bûn.
Otobêsa rêwiyan a ku A.I diajot û plaqeya wê 41 FM 831 e û ber bi Enqereyê va diçû, li texma Doganliyê para va li TIRa ku E.B. diajot û plaqeya wê 78 BR 971 e xist. Piştî ku otobêsê li TIRê xist, ji kontrolê derket û ket refujê.
Li ser îxbarê ambulans, îtfaiye, polês, cendirme û UMKE sewqî herêmê kirin.
Di qezayê da digel muawînê ku giran birîndar bû, 14 rêwî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Bi rakirina otobêsê ra çûyîn û hatin normal bû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.