Li Diyarbekir, Mêrdîn, Batman, Elezîz û Bidlîsê êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê hatin protestokirin

Diyarbakir
Li Diyarbekir, Mêrdîn, Batman, Elezîz û Bidlîsê êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê hatin protestokirin.
Li Diyarbekirê hinek saziyên civaka sivîl bi boneya 10ê Berfanbarê Roja Mafê Mirovan a Cîhanî, bi mebesta protestokirina êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê çalakiya "Em pedelên xwe ji bo Xezeyê diftilînin" li dar xist.
Beşdar bi bisêklêtan hatin Parka 75ê ya li Kayapinara navçeya navendî û ji bûlvarên Mahabad û Diclekentê heta Parka Şehîdên 15ê Temmûzê pedel fitilandin.
- Mêrdîn
Endamên Saziyên Civaka Sivîl ên li Mêrdînê bi mebesta protestokirina êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê li Qada Komarê ya li navçeya Artukluyê civiyan.
Komê pankartên ku li ser wan bi Tirkî, Kurdî û Erebî "Ji Mêrdînê hezar silav ji berxwedana Xezeyê re" nivîsandî hildan û li dijî Îsraîlê diruşm xwendin.
- Batman
Zarok beşdarî meşa ku bi pêşengiya hin saziyên sivîl li Batmanê hat lidarxistin bûn.
Zarok li Bûlvara Turgut Ozal hatin cem hev û bi alên Filistînê heta Kolana Gulîstanê meşiyan.
- Elezîz
Li Elezîzê bi pêşengiya hin saziyên sivîl ji bo Filistîniyên ku li Mizgefta Îzzetpaşayê jiyana xwe ji dest dabûn nimêja cinazê ya xiyabî hat kirin.
Piştre jî beşdar li ber Qada Demokrasiyê ya 15'ê Temûzê li hev civiyan û bi alên Tirkiye û Filistînê heta Qada Komarê meşiyan.
Komê li dijî Îsraîlê diruşm xwendin.
- Bidlîs
Li Tatwana navçeya Bedlîsê welatiyan bi meşeke ku organîze kiribûn êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê protesto kirin.
Meşa bi pêşengiya Platforma Piştevaniya Filistînê ya Bedlîsê li ber Mizgefta Îbadullah dest pê kir.
Welatiyên ku pankarta "Heta Filîstîn azad bibe wê têkoşîna me bidome" hilgirtin, bi qîrîna diruşman heta ber Navenda Bazirganiyê ya Yaşamê meşiyan.