Tirkiye

Li Diyarbekirê şirketa ku qedeyîfan çêdike vejena xwe ji tavê peyda dike

Aydın Arik  | 09.11.2023 - Rojanekırın : 14.11.2023
Li Diyarbekirê şirketa ku qedeyîfan çêdike vejena xwe ji tavê peyda dike

Diyarbakir

Li Diyarbekirê kargeheke ku qedayîfa hatiye tescîlkirin çêdike û difroşe, vejena xwe ji tavê peyda dike.

Şirketa ku 116 sal e li bajêr vî karî dike, pergala vejena tavê ya ku 420 kîlovat e li fabrîqeya xwe ya Herêma Pîşesaziyê ya Organîze (OSB) ava kir.

Xwediyê şirketê Zekaî Altunhan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew qedayîfên ku bi fistiq, gûz, qeymax û penêr va tên çêkirin difroşin.

Altunhan got qedayîfa Diyarbekirê navdar e ku ew havînê jî qedayîfa sar çêdikin û dişînin gelek bajarên Tirkiyeyê.

Altunhan anî ziman ku wan di sala 2015yan da fabrîqaya herî mezin a Tirkiyeyê ya qedayîfê ava kiriye û rojê ji 2 tonî zêdetir qedayîf lê tê çêkirin.

Altunhan daxuyand ku ji sala 1907an vir va ew nifş bi nifş vî karî dikin û anî ziman ku ji bo mişteriyên wan qedayîfeke paqij, bitahm û biqalîte bixwin ew hewl didin.

Altunhan diyar kir ku li bajêr 10 şûbeyên wan heye û di fabrîqe û van şûbeyan da bi giştî 200 xebatkar dixebitin û herwiha bal kişand ser wê yekê ku qedayîfa Diyarbekirê di warê îstixdamê da sektoreke gelekî girîng e.

Altunhan got piştî ku ji bo fîrmayên ku derbasî herêma pîşesaziyê bibin derfet hat dayîn mafê hilberina vejenê bidin, ew jî ji bo ku ji vê derfetê sûd werbigirin derbasî vê derê bûne.

Altunhan anî ziman wê demê wan pergala vejena tavê daniye ser banê febrîqeya xwe û wiha pê de çû: "Me santralek bi hêza xwe ya 420 kîlovat, bi qasî xerckirina xwe, li ser banê febrîqeya xwe ava kir. Me ev pergal hem ji bo sûdayina jîngehê û hem jî ji bo kêmkirina maliyetan ava kir. Bi vê pergalê emê êdî fatureya ceyranê ya ku mehane 120 hezar lîre dihat jî nedin. Pergalên panelê yên ser banan têkra xwedan domdariyeke 25 salane ne. Qedayifa me ya Diyarbekirê ya tescîlkirî wê niha ji febrîqeya me ya ku ji vejenê tê nûkirin û jîngehparêz e, derkeve û veguhezîne ser sifreyan. Wekî din, karton, rûn û teneke hemî têne vezîvirandin. Em hewl didin ku zirarê nedin jîngehê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın