Tirkiye

Li Diyarbekirê di şerê çekdarî da 1 jê polês 3 kes birîndar bûn

Ahmet Kaplan  | 08.04.2025 - Rojanekırın : 09.04.2025
Li Diyarbekirê di şerê çekdarî da 1 jê polês 3 kes birîndar bûn

Diyarbakir

Li Diyarbekirê di navbera du koman da şerê çekdarî derket, di şer da 1 jê polês 3 kes birîndar bûn.

Li Taxa Huzurevlerê ya li navçeya Kayapinarê ya navend ji ber sedemeke hê nayê zanîn di navbera du koman da nîqaş derket û nîqaş guherî şerê çekdarî.

Li ser îxbarê ekîbên polês û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê kirin.

Li gor tesbîtên ewil di şer da 1 jê polês 3 kes birîndsr bûn.

Ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın