Aborî

Li Deşta Agiriyê ajotina genim û ce her ku diçe zêde dibe

Abdullah Söylemez  | 26.08.2023 - Rojanekırın : 01.09.2023
Li Deşta Agiriyê ajotina genim û ce her ku diçe zêde dibe

Ağrı

 Li Deşta Agiriyê ya bi ber û bereket zeviyên ku cotkar lê genim û ce diajon her diçe zêde dibin.

Îsal ji ber barana zêde hêviya cotkaran a ji bêderê zêde ye û ew bi hêvîdar in û ew bi makîneyên dirûnê, traktor û qirimê va genim û ce diçinin.

Cotkarên ku bêderên xwe radikin qismê ji bo wan hewce dike radikin û ce û genimê mayî jî difiroşin Ofîsa Berên Axê.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Kenan Engîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li bajêr dexl zêde ye û wiha pê da çû: "Him em û him jî cotkarên li bajêr ji bereketa îsal razî ne. Sala par me li 840 hezar dekar ajotibû û 195 hezar ton genim rakiribû. Îsal jî me bi tevahî 900 hezar dekar ajot û ji ber baranê 340 hezar ton genim rakir. Li gor par berê dexl ji sedî 60 zêde hêvî dikin.

Engîn destnîşan kir ku ew îsal ji ce jî hêvîdar in û bendewariya wan ew e ku ji sedî 70 zêdetir be û wiha pê da çû: "Sala par me li 660 hezar dekarî ce ajot û îsal jî li 680 hezar dekarî. Par me 160 ton ce rakir û îsal jî em 230 hezar ton ce hêvî dikin."

Ji cotkaran Selamî Kara jî got ku ew ji ber û bereketa dexl a îsal razî û kêfxweş in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın