Li Deriyê Gumrukê yê Sarpê 2 hezar û 850 kaktusên qaçax hatin qefaltin

Ankara
Ekîbên Parastina Gumrukê ya Wezareta Bazirganiyê di operasyona li Deriyê Gumrukê yê Sarpê da dest danîn ser 2 hezar û 850 kaktusên qaçax.
Di daxuyaniya wezaretê da hat gotin ku ekîbên Parastina Gumrukê di çarçoveya xebata analîza rîskê da ji otobuseke dixwest derbasî alî Tirkiyeyê bibe ketin şikê û ew sewqî x-rayê kirin.
Di bagaja otobusê da zêdebarî hebû û li ser vê jî ekîban bi xwe ew der kontrol kir.
Di encama kontrolê da ekîban dît ku di hundirê pakêtên çayê da di nav destmalên ji kaxiz da veşarî kaktusên curbecur hene.
Di encama operasyonê da 2 hezar û 850 kaktus hatin bidestxistin û teslîmî Midûriyeta Şaxa Parkên Netewî û Parastina Sirûştê hatin kirin.
Serdozgeriya Komarê ya Artvînê der heqê bûyerê da lêkolîn da destpêkirin.