Li Denîzlîyê mîdîbusek welgeriya, kesek mir û 32 kes jî birîndar bûn
Denizli
Li Buldana navçeya Denîzlîyê mîdîbusek welgeriya, di qezayê da kesek mir û 32 kes jî birîndar bûn.
Mîdîbusa ku nasnameya şofêrê wê hê nediryar e û plaqeya wê 35 CEJ 948 e li Taxa Bolmekayayê welgeriya şerampolê.
Li ser cawdayînê polês, ekîbên tenduristiyê û agirkujê çûn cihê qezayê.
Ekîbên tenduristiyê tesbît kirin ku kesek miriye.
Di qezayê da şofêr û 31 kesên di mîdîbusê da bûn, birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Hat ragihandin ku kesên di wesayîtê da bûn, ji Îzmirê ji bo gereke rojane hatibûn bajêr û vedigeriyan
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
