Dinya

Li Dîwana Edaletê danîşînên der heqê encamên hiqûqî da yên dagirkirina Filistînê ya ji hêla Îsraîlê va sibê dest pê dike

Selman Aksünger  | 18.02.2024 - Rojanekırın : 19.02.2024
Li Dîwana Edaletê danîşînên der heqê encamên hiqûqî da yên dagirkirina Filistînê ya ji hêla Îsraîlê va sibê dest pê dike

Netherlands

LAHEY (AA) - Li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) danîşînên der heqê encamên hiqûqî da yên dagirkirina Filistînê ya ji hêla Îsraîlê va sibê dest pê dikin.

Li gorî vê, ji xeynî 52 dewletên ku Tirkiye jî di nav da ye, Yekîtiya Ereban, Teşkîlata Hevkariya Îslamî û Yekîtiya Afrîkayê dê di 19-26ê Sibatê da der heqê encamên hiqûqî yên sepanên Îsraîlê yên li xaka Filistînê ya dagirkirî ya Qudsa Rojhilat jî di nav da, beyanê bidin.

Di danîşînan da yên ku dê 6 rojan dewam bikin, dewlet û sazî her yek jê dê xwedî mafê pêşkêşkirina sîh deqîqeyî be.

Danîşîn dê sibê bi dema Tirkiyeyê di saet 12.00an da dest pê bikin. Her wiha roja pêşkêşiya Tirkiyeyê ya dê ji hêla Wezareta Karên Derva were kirin jî 26ê Sibatê roja dawîn a pêşkêşiyan e û her wiha dema wê jî bi wextê Tirkiyeyê di saet 12.00an da ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın