Tirkiye

Li ber Konsolosxaneya Îsraîlê ya Stenbolê protestoya Xezeyê

Ali Cevahir Aktürk  | 28.05.2024 - Rojanekırın : 29.05.2024
Li ber Konsolosxaneya Îsraîlê ya Stenbolê protestoya Xezeyê

Istanbul

 Bi pêşengiya Platforma Piştevaniya Xezeyê, endamên gelek saziyên civaka sivîl, êrîşa artêşa Îsraîlê ya dijî kampa Filistîniyên derbederbûyî ya li bajarê Refahê li ber Konsolosxaneya Îsraîlê ya Stenbolê ya li Beşîktaşê protesto kir.

Koma ku li ber Mizgefta Barbaros Hayrettin Paşa kom bû, piştî nimêja mexrebê ber bi Konsolosxaneya Îsraîlê ya Stenbolê bi kortejî meşiya. Endamên saziyên civaka sivîl yên li ber konsolosxaneyê kom bûn, durişmên wekî "Qehr bibe Îsraîl" û "Filistîna azad" berz kirin.

Li vir piştî xwendina Qur'ana Kerîm, Serokê Komeleya Ramana Azad û Mafên Perwerdeyê Ridvan Kaya li ser navê komê daxuyanî da û wiha got, "Gelî birayan, wehşeta me duh bi şev dît, gelê Xezeyê 8 meh e serê her kêliyê dijî, lêbelê qatil, kafir û zalimên emperyalîst ên li hemberî vê zilmê zere misqal wijdana wan tune, hê jî li pişt siyonîstan disekinin."

Piştî axaftinê dia hat kirin û pey ra kom ji hev belav bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.