Li Bajarê Kevnare yê Efesê li binê stêrkan geşta dîrokê destpê kir

Izmir
Li Bajarê Kevnare yê Efesê ku di Lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê da ye, şewqên wê di çarçoveya muzegeriya şevînî da, hatin nûkirin û êdî bi şevan mazûvaniyê dike.
Bajarê Kevnare yê Efesê yê xwedî 2 hezar û 300 sal dîrok her sal ji seranserê cîhanê bala sed hezaran geştyarî dikişîne.
Bi sepana "Muzegeriya Şevînî" ya Wezareta Çand û Geştyariyê bedewiyên bêhempa yên Bajarê Kevnare yê Efesê ji 9ê nîsanê va êdî piştî qulibîna rojê jî ji serdanan ra vekirî ye.
Bajarê kevnare di çarçoveya serîlêdanê da bi pergalek ronahiya LED-ê hate ronîkirin. Bi vê yekê ra armanc ew e ku geştyarên ku nava rojê li ber peravan in, demên hênik ên êvarê bikaribin biçin serdana muzeyan.
Di çarçoveya sepana ku 9ê Nîsanê li Efesê dest pê kir, bi terîfeya ketinê ya heyî heta saet 00:00ê meriv dikare serdanê bike.
Li bajarê kevnare yê ronîkirî, Pirtûkxaneya Celsus, Meydana Agorayê, Kolana Curetes, Perestgeha Domîtyan, Kaniya Trajan, şanoya kevnar a mezin a bi kapasîteya rûniştina 25 hezar kesî, stadyum û bendera kevnar bi ronîkirina nû balê dikişînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.