Li Ayanîsê 3 mertal û kumzirxekî bronzî ku ji Xaldî yê "serxwedawendê" Urartuyan ra tê îthafkirin hat dîtin

Ankara
Wezîrê Çand û Geştiyariyê Mehmet Nurî Ersoy ragihand ku li Bajarê Kevnare yê Ayanîsê yê li Wanê di encama vekolînan da 3 mertal û kumzirxekî bronzî ku ji Xaldî yê "serxwedawendê" Urartuyan ra tê îthafkirin hat dîtin.
Ersoy di peyama xwe ya li ser hesabê medyaya civakî da destnîşan kir ku di vekolanên li Bajarê Kevnare Ayanîsê ku yek ji şaristaniyên kevnar ên dîroka Anadolyayê ye û dîroka wê vedigere 2 hezar û 700 sal berê û her wiha bajarê herî mezin ê dawîn ê Şahînşahiya Urartuyê ye, berhemên nû hatin dîtin.
Ersoy wiha got, "3 mertal û kumzirxekî bronzî ku ji Xaldî yê "serxwedawendê" Urartuyan ra tê îthafkirin hat dîtin. Li Ayanîsê di dema kolandinên ku li kompleksa perestgeha ku ji xwedawend Xaldî ra hatiye çêkirin, ev berhem hatin dîtin. Ev berhem nîşana wê yekê ne ku Urartu di hesinkariyê da serkeftî ne. Ez spasiya hemî aliyên ku keda wan di vê xebatê da derbas bû, dikim."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.