Li Almanyayê alîgirên PKKya rêxistina terorê êrîşî Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê ya Hannoverê kir

Berlin
Li Almanyayê alîgirên PKKya rêxistina terorê êrîşî Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê ya Hannoverê kir.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, li Hannoverê bi şev ji bo piştgiriya PKKya rêxistina terorê meş hat lidarxistin.
Piştî meşê 12 alîgirên PKKyê ji wir veqetiyan û hatin li ber Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê ya Hannoverê û hewl dan paceyên avahiyê bişkînin.
Êrîşkaran paceyên deriyê sereke yê Serkonsolosxaneyê şikandin û paşê bi lez reviyan.
Serkonsolosa Hannoverê Ozge Gul Kayayê piştî êrîşê ji rayedarên Almanyayê xwest ku hem li ber Serkonsolosxaneyê û hem jî li cihên ku saziyên sivîl ên Tirkan lê hene tevdîrên ewlehiyê bên zêdekirin.
Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku şeva borî li Hamburgê alîgirên PKKyê ligel polêsan ji bo piştgiriyê bidin alîgirên rêxistina terorê yên li Belçîkayê meşek li dar xist.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.