Li Agiriyê berf hiliya û ava wê xwe berda xanî û axuran

Ağrı
Li Agiriyê bi germbûna hewayê ra, berf hiliya û ava wê xwe berda xanî û axuran.
Ji ber ava berfa ku dihile li navenda bajêr li taxa Kazim Karabekirê avê girt ser 8 axur û 16 xaniyan.
Piştî ku xeber dan Navenda Bangê ya Acil a 112ê, ekîbên Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) ya Parêzgehê, bi hevkariya Karûbarên Avê ya dewletê û şaredariyên navçeyan xebat dan destbêkirin.
Ekîban bi 15 wesayit, 53 personelan midaxeleyî ava di axur 3u xaniyan da kir.
Av bi vîdanjoran hatin texliyekirin û paqijî hat kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.