Tirkiye

Li Adiyemanê ji ber salvegera erdhejên 6ê Sibatê dibistan sibê hatin tetîlkirin

Orhan Yoldaş  | 05.02.2024 - Rojanekırın : 06.02.2024
Li Adiyemanê ji ber salvegera erdhejên 6ê Sibatê dibistan sibê hatin tetîlkirin

Adıyaman

Walîtiya Adiyemanê daxuyand ku ji ber salvegera yekem ya erdhejên ku navenda wan Kahramanmaraş e dibistan wê sibê bên tetîlkirin.

Di daxuyanîya Walîtîyê da hat diyarkirin sibê di salvegera erdhejan da bernameyên bibîranînê wê bên tertîpkirin.

Hat gotin ji ber ku bernameyên bibîranînê wê çêbibin, ziyareta goristanan bê kirin û serdanên sersaxiyê yên welatiyan bên kirin li bajêr qelebalixê çêbibe.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li seranserê bajarê me perwerdehiya li dibistanên seretayî û navîn 6ê Sibatê roja sêşemê ji bo rojekê hat sekinandin. Her wiha ji bo xebatkarên me yên li sazî û rêxistinên kamuyê dixebitin û wê beşdarî bernameyên bîranînê û serdanên goristanan bibin jî alîkarî bê kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın