Li 11 bajarên ku erdhejê bandor lê kiriye çêkirina 46 hezar û 300 avahiyan dest pê kir
Gaziantep
Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê Murat Kurum ragihand ku li 11 bajarên ku erdhejê bandor lê kir çêkirina 46 hezar û 300 avahiyan dest pê kiriye.
Kurum li Taxa Yenîbademliyê ya li ser navçeya Nurdagiya Gazîentabê avahiyên ji bo erdhejzedeyan tên çêkirin lêkolîn kir û li vir daxuyanî da rojnamevanan.
Wezîr Kurum daxuyand ku niha li 11 bajarên ku erdhejê bandor lê kir çêkirina 46 hezar û 300 avahiyan dest pê kiriye û wiha axivî: "Bi teşrîfa Serokomarê me sibê em ê hîmê 17 hezar û 902 avahiyan 46 roj piştî erdhejê li Kahramanmaraşa me biavêjin."
Kurum wiha dewam kir: "Înşallah sibê bi teşrîfa Serokomarê me wek ku me soz dabû gelê xwe em ê li 11 bajarên ku erdhejê bandor lê kir bi awayekî hevdem çêkirina 46 hezar û 327 avahiyan bidin destpêkirin ku me peymanên wan çêkir."
Kurum got wek ku wan soz daye ew ê di nav du yan jî sê mehan da li 11 bajaran çêkirina 319 hezar avahiyan bidin destpêkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
