Tirkiye

Li Îzmirê xebatkarên metro û tramvayê çûn grevê

Metin Aydemir  | 31.07.2023 - Rojanekırın : 31.07.2023
Li Îzmirê xebatkarên metro û tramvayê çûn grevê

Izmir

Li Îzmirê xebatkarên metro û tramvayê yên endamên Sendîkaya Xebatkarên Rêhesina Tirkiyeyê ji ber ku di rûniştinên peymana şixul a komî da lihevkirin pêk nehat, çûn grevê.

Li Îzmirê di rûniştinên peymana şixul a komî da ya ku 625 xebatkaran eleqedar dike, encam derneket.

Serokê Şaxa Îzmirê ya Sendîkaya Xebatkarên Rêhesina Tirkiyeyê Hamdullah Giral di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da wiha got, "Ji ber ku telebên me yên rewa nehatin cîbicîkirin, em biryara xwe ya grevê ya me berê wergirtibû, ji vê saetê şûnda cîbicî dikin. Ji bo me hemûyan bi xêr be."

Hat destnîşankirin ku alî li ser 11 madeyên di warê pişka refahê û ferqa enflasyonê da li hev rûneniştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın