Li Îdirê dirûna gilgilê ji bo sîlajê dest pê kir
Iğdır
Li deştên bi bereket ên Îdirê dirûna gilgilê ji bo sîlajê dest pê kir.
Gilgilê ji bo sîlajê yê ku cotkar wekî berhemê duyem diajon, di dabînkirina pêdiviya alifê zivistanê yê pez û dewaran da jî tê bikaranîn.
Li Îdira ku îsal di 34 hezar dekar erdî da gilgilê ji bo sîlajê hat ajotin, qedera 172 hezar ton rekolte tê pêşbînîkirin.
Her wiha ji gilgilê hebeyî yê ku li bajêr di 46 hezar û 500 dekar erdî da hat ajotin jî 55 hezar û 800 ton rekolte tê payîn.
Ozay Altuntaşê cotkar ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku sîlaj hem ji hêla aborî û hem jî ji hêla berhemdariya şîr û goşt va pir bi qîmet e û wiha dewam kir, "Li Îdirê wekî berhemê yekem û duyem em gilgilê ji bo sîlajê diajon. Em ji bo hemû cotkarên xwe jî vê berhemê pêşniyaz dikin."
Cemal Tanirê tacir jî bal kişand ku ew berhemên cotkaran pakêt dikin û dişînin parêzgehên cuda yên wekî Qers, Erdexan, Agirî, Wan, Gumuşhane, Bayburt û Erziromê û wiha dewam kir, "Ji hêla berhemdariya şîr û goşt, berhemekî pir bi randiman e. Em ji herkesî ra pêşniyaz dikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
