Lîwayên Qessamê: Ji ber êrîşên dijî Xezeyê me bi moşekan êrîşî Tel Avîvê kir

Israel
Lîwayên Îzzeddîn el-Qessama şaxa çekdar ya Hemasê ragihand ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê bi moşekan êrîşî Tel Avîv û Yafayê kirine.
Lîwayên Îzzeddîn el-Qessamê li ser hesabê xwe yê kanala telegramê daxuyaniya nivîskî da.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji ber êrîşên dijî Xeta Xezeyê bi gelek moşekan êrîşî Tel Avîv û Yafayê û li Şerîaya Rojava ya dagirkirî jî êrîş birine ser gelek cî û warên Cihûyan.
Li gor agahiyan çavkaniyên herêmî ji ber moşekên hatine avêtin Tel Avîv û Yafa jî di navê da li gelek warên Îsraîlê sîren lêxistine.
Piraniya moşekan ji Xezeyê hatin avêtin ji hêla pergala "Qubeya Hesinî" ya Îsraîlê va hatin îmhekirin, lê hin moşek li hin herêmên Tel Avîvê ketin.
Li gor nûçeya televizyona Kanal 12yê ya Îsraîlê pergala "Qubeya Hesinî" herî kêm 10 moşekên ji Xezeyê hatine avêtin îmhe kiriye.
Rojnameya Yedîoth Ahronothê jî diyar kir ku moşekeke ji Xezeyê hatiye avêtin li texma Tel Avîvê ketiye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.