Jiyan

Koçerên li zozanên Mûşê dest bi amadehiyên dagêrê dikin

Sabri Yıldırım  | 15.09.2023 - Rojanekırın : 22.09.2023
Koçerên li zozanên Mûşê dest bi amadehiyên dagêrê dikin

Muş

 Koçerên havînê tên zozanên li Mûşê piştî ku êdî hewa sar dibe dest bi amadehiyên dagêrê dikin.

Koçerên ku çar mehên havînê li zozanan man wê dîsa eşyayên xwe li hêstiran bikin û piştî rêwîtiyeke ku bi rojan dewam dike, tevî heywanên xwe dagerin Sêrt, Diyarbekir û Batmanê.

Ji koçeran Bariş Çete diyar kir ku biharê ji Diyarbekir hatiye zozanên li Mûşê û çar mehan li zozanan mane.

Bariş Çete destnîşan kir ku dest bi amadehiyên dagêrê kirine û wiha axivî, "Li zozanan em heywanên xwe diçêrînin û didoşin. Şîrê xwe qismekî jê didin mandireyan yê mayî jî em dikin penêr û rûn û difiroşin. Em ê heywanên xwe bibin Diyarbekirê. Li wê derê hewa germ e û zêde berf nabare. Li vir êdî bere bere serma dikeve. Gorî rewşa heywanan û dûrbûnê rêwîtiya me 30 roj diajo."

Netîce Erolê jî destnîşan kir hewa sar dibe û wê dagêrin ciyên germ û wiha peyivî, "Beriya dagêrê me amadehiyên xwe kirine. Ji roja em hatine nehatine em li heywanên xwe dinihêrin. Ji şîr em penêr û rûn çêdikin. Me eşyayên xwe kom kirine. Em ê dagêrin Diyarbekirê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın