Karûbarê li ewlekariyê yê gumanbarê kuştina "Remazan Xoce" berdewam in

Istanbul
Li Stenbolê karûbarê gumanbarê ku ji ber kuştina Ramezan Pîşkînê ku weke "Remezan Xoce" tê naskirin, li ewlekariyê berdewam in.
Pîşkînê ku li navçeya Fatîhê ser Kolana Kocamustafapaşayê ji xwe ra çayxaneyek vekiribû û kargêriya wê dikir, duh rastî êrîşekê hat. Ekîbên polîsan dest bi lêkolînê kirin û bi lêkolîna qeydên kamerayên çavdêriyê yên li herêmê nasnameya gumanbar tespît kirin.
Ekîban tespît kirin ku gumanbar karkerê înşaetê E.B.yê 24 salî ye. Di encama operasyona ku li navnîşaneke Beyogluyê hat kirin de gumanbar binçav kirin.
Hat hînbûn ku der barê gumanbar de ji ber sûcên wekî "bi qestî birîndarkirin", "tehdîd", "zerardayîna mal" û "diziyê" 9 qeyd hene. Herwiha kêra ku di bûyerê de bikar aniye jî hat desteserkirin.
E.B.yê ku birin Rêveberiya Ewlekariyê ya Stenbolê ya li Kolana Vatanê, piştî karên li wêderê sewqî Rêveberiya Şaxa Asayîşê ya Gayrettepeyê kirin.
Ekîbên Buroya Cinayetê derxistin holê ku gumanbar piştî êrîşê heta Aksarayê meşiyaye, ji wêderê jî bi otobusê çûye Bulvara Beyoglu Piyalepaşayê û paşê jî derbasî Taxa Hacihusrevê bûye.
Ekîbên polîsan xebatên xwe kûr kirin û gumanbarê ku navnîşana wî diyar kiribûn, di encama operasyonê de binçav kirin.
Derket holê ku kargeha bavê gumanbar li qadeke nêzîkî kargeha Pîşkîn bû.
- Dîmenên xaniyê gumanbar ji aliyê endamên çapemeniyê ve hat tomarkirin
Herwiha dîmenên xaniyê ku gumanbar lê hat girtin ji aliyê endamên çapemeniyê ve hat tomarkirin.
Derket holê ku gumanbar maweyeke bi tena serê xwe dijî û dayika wî berî du hefteyan ji malê çûye. Hat dîtin ku li qata binî ya avahiya 2 qatî daîre tevlihev û belawela ye.
Cîranê gumanbarê kuştinê Faruk Ozturk, diyar kir ku dema bûyer bihîstiye matmayî maye û wiha got:
"Em wî kesî nas dikin. Ew cîranê me bû. Ew bi rastî kesekî bêdeng e. Ev tişt çawa çêbû, em hêvîdar in bûyer dê zelal bibe. Me tiştekî narkotîkî li derdora wî nedîtiye, em nikarin derewan bikin. Diya wî û xwişka wî jî li malê bûn. Lê ev çend roj e, diya wî ne li malê bû. Têkiliyên wî bi malbata wî re baş bûn, tu pirsgirêk tune bûn. Hin nîqaş hebûn, lê ew qasî tund nebûn."